Çu guman tê de nîne, ku Bavê Nazê di warê romana wêjeya Kurdî ya nûjen de, yek ji xwesertirîn navan e. Bavê Nazê, bi zimanê û şêweyê vegotinê yê xweserî xwe ve, bi desttêdanên xwe yên rasteqîn î sosyalîst û rexnegiranetiya xwe ya tund, ku ji kevnesovyetan pê re maye, işaretê bi şemitînên di nava civaka Kurd de, wekî şêwejiyanên ku di nava sermaye, soreş, evîn û bêbextiyê de dudilî mane, dike. Dema ku romana nivîskêr, Miriyê Heram (2009), ku ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin, tevî romana wî ya nû, Dara Pelweşiyayî bê helsengandin – ev yek pêwîst e –, eşkere dibe peyama bingehîn a ku Nazê dixwaze bide xwendevanan dê gorî xwendinên çewt nebe. Em bi bîr bînin, ku di Miriyê Heramê de, xalên şikestinê yên şêweyê birêxistinbûna mektebî siyasî ya Stalînîst ên li ba civakê û takekes, bi riya Feylesofê Serxweş ê ku yek ji serekaktorên romanê ye bi vegotineke lap sotîner hatibûn dayîn. Nazê, di gel lêgerîn û lêkolînên xwe yên peywendîgirî zimanê Kurdî yên hêjayî behsê, di romana xwe ya navbûrî de, xwe bi tundrawiya zimanî ve bernedabû, heta hûn bibêjin bes, ji avaniya elastîk a zimên sûd wergirtibû. Di Dara Pelweşiyayîyê de jî, em jê re dibin govan, ku nivîskar vê firêqetiya xwe ya zimanî bi riya Şêrzadê pêlewanê romanê didomîne, lêbelê di heman demê de em bi dilekî sotî "dastaneke aciziyê" dixwînin. Em pê dizanin, wekî di her du honakan de jî serêşî "polîtîka" ye û em dibînin, ku Şêrzad li devereke ku dibêjin hatiye rizgarkirin, li gel evîna xwe ya ku li pey xwe dikişkişîne, ji sêrî de, careke din bi col û zincîran tê girêdan.