Kitêba E. B. Soane “Grammar of the Kurmanji or Kurdish Language” wekî çapa orijînal din av weşanên Avesta de derket. Behrûz Şûcaî di pêşgotina kitêbê de balê dikşîne ser girîngiya Soane û wiha dibêje: “Kitêba li ber destî, gramera kurmancî, yan zimanê kurdî, xîmê Ekola Brîtanî ya Etûdên Kurdî daniye. Nivîskar, Sergurd Ely Banister Soane (1881-1923), efserekî brîtanî bû, ku di sala 1902yê de çûbû Îranê. Şiyana wî ya zimanê farsî û kurdî hindî baş bû, ku karî bi navê farsekî Îranê yê misilman here Kurdistanê û ji bo maweyê çendîn salan li gelek deverên Kurdistanê, nemaze başûrê Kurdistanê bi vî qilix û qiyafetê xwe yê îranî zanyariyên berfireh li ser çand û zimanê kurdan berhev bike. Soane yekem brîtanî bû ku etûdeke zimannasiyê li ser kurdî binivîse. Mîrasa Soane ji bo zimanê kurdî dikare hem erênî û hem nerênî bihête nirxandin. Soane, bi rexma ku xwediyê zanîneke sînorkirî li ser zimannasiyê bû, karî zimanê kurdî bi rojavayê, bi taybet Brîtanyayê, bide nasandin. Xebatên wî wekî rêveber li Kurdistana Iraqê destpêkeke baş ji bo transferkirina kurdî bo medyûmên nû wekî rojname û xwandegehan bû. Bi handana vî cindiyî, tradisyoneke kurdîzaniyê li Kurdistana Iraqê hate damezrandin.”