Ji mej ve ye jin u mer weke tevr u ber buneweriya hevdu temam dikin. Le jiyana di nava bajaran de u hemanen civaki ve buneweriye nivişkan dihele. Bedenen ji bo hevdu afiri bi sedema kiruyen netewi havibune dijin. Jin u mer; her yek ji bo ve dilbune berteref bike, kakila xwe dixe ber lepirsine.
Selmane Esilereb u Nusayri ye hindekare zaningehe ji bajare Stenbole bere xwe dide Cizira Botane, welate hevsera xwe Sinemxane. Li şunwaren Melaye Ciziri, Mem u Zin u Bekoye Ewan, Seyyid Eliye Findiki u bave duyemin Peyamber Nuh digere, li bizava zimanparez a ciwanen zaningehxwende yen Ciziri li ser esase Kurdperweriya Celadet Ali Bedirxan rast te. Bi giyane Memduhe ji qirkirina ‘Eleqemşe rizgarbuyi re li cih u waren zilumditi digerin. Di bibiken çaven zerini yen Berivana Ciziri re derbasi Binxeta Rojavaye dibe.
Sinemxana Esilkurd u mamosteya diroke ji bajare Stenbole bere xwe dide bajare Antakyaye, welate hevsere xwe Selman. Li Baxçeye Zirahi ye ku ji Memduh Selim Bege u Ferihaye re şunware evine digere. Çiroka Habibi Naccare pegirtiye yekemin e ola isewi u laneta li ser bajer a du hezar sali hin dibe. Li ‘Eliye Xesibi rast te, dua u dirozgehen wi yen mezheba ‘Elewiyen ‘Ereb dibine u li kiraren darike pelule ye pergala sedsale dibe govan. Bi nakokiyen hinava xwe re dikeve heft u heştan, li arezuyen gwine xwe diqeside, weke Daphneya lehenga mitolojik bera pe azadiya xwe dide u bere xwe dide bajare bav u kalan, Cizira Botane.
Yaqob Tilermeni, salen dijwar en çarenusa du çemen qedim, Dicle u Asi; çarenusa du netewen qedim, Kurd u ‘Ereb; du bajaren qedim, Cizir u Antakyaye dixe nava çargoşeya heman weneyi u weke Xala Kor a di weneye de ji ber çavan beri, sinore çekiri ye Rojavaye Kurdistane nişan dide.