Navek û kitêbeke nû li edebiyata kurdî zêde dibe: Mehmet Şarman / Pirça winda... Di sala 1983yan de hatiye dinyayê. Ji ber ku li gundê wan dibistan tunebû, wî jî bi zanîngehê dest bi perwerdehiya xwe kir. Bi alîkariya bavê xwe fêrî xwendinê bû, bi xwendina pirtûkan jî bûn neyarên hev. Îspanyolî, ingilîzî, fransî, almanî di nav zimanên sereke de ne ku ew nizane. Heya niha qet neketiye girtîgehê, ji ber vê kemasiya xwe pirr ber xwe dikeve. Ew jî weke pîrika xwe ji şekirê tirş, pîvaz, keledoş û siwarbûna hespan hez dike. Di piçûkahiya xwe de zarokekî pirr nes bû. 1923 caran serê wî şikestiye. Ku nebûya nivîskar, dixwest, li Paraguayê bibûya qijikeke fransî ya lal, ku ji bilî tirkî nizanibe. Çend heb çîrokên wî di hinek kovaran de bi navê J.K. weşiyane. Di dawiya dawiyê de: Dixwaze di nava gelê kurd de wek mirovê ku cara yekem pîvaz dîtiye were naskirin. Pirça winda, destpêka kulliyata wî ye...