Min guh da nalîna dengekî hinavîn Ü dawîn min xwe kuşt di şeveke şafiî de Bi sewta saweke sefran û seferî Suhurîm, li seherên sar û sêwî Ku hîn nizanim bê bi kîjan surperiyê re Li çerxa kîjan zemanî dizîvirîm Da ku gihîştim xawêniya bêdengiyê Meyam li nebîniya şevên bêstêrk Ü min heyvanê xwe ji heyva nava xwe girt Zeman û zemherîr Ziman û zehîr Wekî marekî bêjehr di kevirên sebrê re bihurîm